Ciwanan ji bo meşa Kolnê bang kirin
Endamên TCŞ’ê yên li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo meşa mezin ku wê sibê bê lidarxistin stand vekirin û bang li her kesî kirin ku tevlî meşê bibin.
Endamên TCŞ’ê yên li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo meşa mezin ku wê sibê bê lidarxistin stand vekirin û bang li her kesî kirin ku tevlî meşê bibin.
Xebatên meşa mezin a ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bê lidarxistin, li seranserê Ewropayê bênavber dewam dike.
Endamên TCŞ’ê ji bo meşê li Koln Bahnhofsvorplatzê stand vekirin. Di stanêde ji bo meşê danezan hatin belavkirin û Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut jî beşdarî çalakiyê bû.
Di çalakiyê de banga tevlîbûna xurt a ji bo meşê hate kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku divê her kes li Kolnê be.
Zubeyde Zumrut jî wiha got: “Em ê tecrîdê bişkînin, Rêber Apo azad bikin. Banga me ev e. Ez bang li jin û ciwanên diyasporayê dikim; Di 16’ê Mijdarê de werin Kolnê, ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re cihê xwe bigirin.”
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Cîwan fedaiyên Rêber APO ne” hatin berzkirin.