Girtiyên jin hatin sirgûnkirin

19 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihatin ragirtin, ku di nav de rojnamevan Bêrîtan Cangoz û Hevseroka DBP'ê ya Rezanê Reyhan Kavak Obek jî hene, hatin sirgûnkirin.

19 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihatin ragirtin, ku di nav de rojnamevan Bêrîtan Cangoz û Hevseroka DBP'ê ya Rezanê Reyhan Kavak Obek jî hene, hatin sirgûnkirin.

Piştî ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 6 girtiyan fîrar kirin, sirgûnên ji girtîgehên li bajêr dewam dikin.. Herî dawî şevê din ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nûçegihana JINHA'yê Bêrîtan Canozer û Hevseroka DBP'ê ya Rezan Reyhan Kavar Ozbek a rojên borî ji Sûrê derketibû jî di nav de 19 girtiyên jin sirgûnî Girtîgehên Bakirkoy, Sîncan, Gebze û Şakranê hatin kirin. Girtiyên ku hatine sirgûnkirin hemû dozên wan berdewam dike. 

Girtiyên sirgûnî Girtîgeha Bakirkoyê hatin kirin: Bêrîtan Canozer (di greva birçîbûnê de ye) Ece Gokdag, Esma Başkale (di greve birçîbûnê de ye), Şukran Karakoyûn û Gulbahar Pervane.

Girtiyên sirgûnî Sîncanê hatin kirin: Jiyan Ateş, Leyla Ûyanik, Leyla Nergîz, Sûltane Atabay û Reyhan Kavak Ozbek.

Girtiyên sirgûnî Girtîgeha Gebzeyê hatin kirin: Serap Bûrak, Turkan Ûzûn Avşîn, Yaşar Akboga, Zelîha Kocaman û Zehra Eplî (di greva birçîbûnê de ye).

Girtiyên sirgûnî Girtîgeha Şakranê hatin kirin: Zeytîn Satici, Gûrbet Ozturk (di greva birçîbûnê de ye), Sariya Olmez û Rahşan Aydin.