Bi hezaran jinên li Stockholmê li hev civiyan berxwedana Sûr û Cizîre silav kirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê bi hezaran jin li paytexta Swêd Stockholmê daketin kolanan û bi qîrîna dirûşmên "Piştgiriya ji bo Amed, Cizîrê" û "Jin jiyan azadî" berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê silav kirin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
çarşem, 9 adarê 2016, 07:10
Bi wesîleya 8'ê Adarê bi hezaran jin li paytexta Swêd Stockholmê daketin kolanan û bi qîrîna dirûşmên "Piştgiriya ji bo Amed, Cizîrê" û "Jin jiyan azadî" berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê silav kirin.
Di pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên par de berxwedana Kobanê derket pêş, di pîrozbahiya îsal de jî piştgiriya ji bo berxwedana Bakur hat nîşandan. Qisekerên Kurdistanî û Tirkiykeyî êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê şermezar kirin û destek dan têkoşîna gelê Kurd.
Piraniya wan jin zêdeyî 5 hezar kesên saet di 17:30 de li ber avahiya dîrokî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Swêdê li hev civiyan, xwepêşandanek lidar xistin.
Ji Federasyona Elewiyan a li Swêd Nevîn Kamîloglû pirsgirêka jinên Elewî, ji dayikên Kurd Masûmem Amînî jî pirsgirêka jinên li Kurdistanê anîn ser ziman. Ji Komeleya Piştgiriya bi Gelan re Zerrîn Erdogan Ûçar jî bal kişand ser şert û mercên djiwar ên jiyana jinên li Kurdistanê û bibîr xist, ku jinên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên qetilkirin, bedena wan tê tazîkirin û teşhîrkirin.
Piştî axaftinên li vê derê çalakgeran ber bi Meydana Raoûl Wallenbergê dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Xwişîtiya bêsînor" hat vekirin û jinên Kurd wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hilgirtin.
Di dema meşê de dirûşmên "Ji Seksîzmê re na", "Em li kolanên xwe nîjadperestiyê naxwazin", "Ji NATO re na", "Ji karê wekhev re mûçeyê wekhev" û "Piştgirî ji Amed û Cizîrê re" hatin qîrîn.
Li meydana mîtîngê, li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ferah Bozcali axivî û piştî kurteberkirina dîroka 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bal kişand ser rewşa li Kurdistan û Bakurê Kurdistanê.
Bozcali da xuyakirin, ku di roja îro de herî zêde çeteyên DAIŞ'ê mentalîteya mêr a serdest temsîl dike û da zanîn, yê ku herî zêde destekê dide çeteyên DAIŞ'ê jî, hikûmeta AKP'ê ya dijminatiyê li jin û gelê Kurd dike, ye.
Bozcali ragihand, mîna Kobanê, li Bakurê Kurdistanê jî jinên Kurd ji bo şikandina êrîşên dewleta Tirk û parastina xwe, rêxistinbûyîne leşkerî ava kirine û destnîşan kir, ku ew destekê didin berxwedana jinên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex û Nisêbînê li ber xwe didin. Piştî ku Bozcali axaftina xwe qedand beşdaran bi yek dengî dirûşma "Jin jiyan azadî" qîriyan.