Meclîsa Jinê ya Sara Rojbîn a Rennesê ava bû
Jinên li bajarê Fransa Rennesê dijîn, Meclîsa Jinê ya Sara Rojbîn îlan kirin.
Jinên li bajarê Fransa Rennesê dijîn, Meclîsa Jinê ya Sara Rojbîn îlan kirin.
Zêdeyî 100 jinên li Rennesê li hev civiyan, kongreya xwe lidar xistin û meclîsa xwe ava kirin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir. Piştre Axîn Gulo mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser têkoşîna jinan a li refên pêş ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê. Gulo destnîşan kir, ku pêwîstîp ê heye jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li her cihê lê ne xwe bi rêxistin bikin.
Di kongreyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser 8'ê Adarê hat xwendin û li ser pêvajoya dawî nîqaş hatin kirin.
Di civînê de bi wergirtina biryara meclîsbûyînê re komîsyon hatin avakirin û di van komîsyonan de 46 jinan cih girtin.
Ji bo berdevkiya Meclîsê jî Kiymet Kiliç, Beyhan Çîftçî û Ayşe Kars hatin hilbijartin.
Civîn bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.