Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya li Stockholmê kongreya 3. pêk anî
Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn duh li hev civiyan û kongreya 3. a Meclîsa Jinên Kurd a Amara lidar xistin.
Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn duh li hev civiyan û kongreya 3. a Meclîsa Jinên Kurd a Amara lidar xistin.
Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn duh li hev civiyan û kongreya 3. a Meclîsa Jinên Kurd a Amara lidar xistin. Di kongreyê de bi giranî rewşa li Bakurê Kurdistanê hat nirxandin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, rapora nirxandina rewşa siyasî ya ji aliyê Desteya Rêveber ve hat pêşkêşkirin, hat xwendin. Hat ragihandin, ku hêzên azadiyê yên Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP û DAIŞ'ê ku rûyê sîstema serdestiya mêr e, dîrokeke nû nivîsandine û hat gotin, "Rastiya gelê me ku li Rojava û Bakurê Kurdistanê xwerêveberiyan gav bi gav ava dike, di şexsê Sêvê, Pakîze, Derya, Mehmet û bi sedan jin û ciwanan de li dijî serdestên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye navê berxwedanê."
Hat destnîşankirin, ku armanca êrîşên li hemberî Cizîr, Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Hezex û bajarên me yên din ên berxwedanê, şikandina vîna gel a teslîm nabe ye.
Piştî nirxandina rewşa siyasî, rapora meclîsê ya karê salekê hat xwendin û nirxandin. Jinên mafên axaftinê wergirtin, dan xuyakirin ku divê hîn bêhtir ew xwedî li berxwedana li Bakur derkevin û li dijî êrîşên li hemberî siyasetmedarên Kurd helwesteke çalak nîşan bidin.
Piştî nîqaşan rêveberiya nû a ji 33 kesan hat hilbijartin û ji bo Berdevkiya Meclîsa Jinê ya Amara Ayşe Goktepe, Îmran Kosaslan û Ferha Bozcali hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.