Jinan li Orebro DAIŞ protesto kirin
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ji bo destavêtin û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî jinan protesto bikin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê xwepêşandanek lidar xistin.

Ji bo firotina jinên Êzidî şermezar bikin, jinan kincên reş li xwe kirin, destên xwe bi zincîrê girê dan û li navenda bajêr meşiyan.
Di vê çalakiya ku bala şêniyên bajêr kişan de, jinan dowîzên bi nivîsên "Piştgiriyê bidin jinên Kurdistanî", "Bedena me ne çek e" hilgirtin û ji bo agahdarkirina raya giştî ya Swêdê belavokên li ser rewşa dawî ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê belav kirin.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro pêk hat. Di çalakiyê de çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê hatin şermezarkirin. Jinan bi qîrîna dirûşmeyan, berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin.