Li Mexmûrê gel û gerîla bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin
Mîna her sal 8'ê Adarê îsal jî li Kurdistanê hat pîrozkirin. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gel û gerîla bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin.
Mîna her sal 8'ê Adarê îsal jî li Kurdistanê hat pîrozkirin. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gel û gerîla bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin.
Mîna her sal 8'ê Adarê îsal jî li Kurdistanê hat pîrozkirin. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gel û gerîla bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin.
Gerîlayên YJA Starê yên Mexmûrê diparêzin, mîna par îsal jî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi gelê Mexmûrê re pîroz kirin. Çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hat organîzekirin û endamên Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem, hevseroka Şaredariyê Nûran Sezgîn, fermandara hêzên gerîla yên YJA Starê yên Mexmûr-Kerkûkê Çîgdem Dogû, gelek gerîla û hejmareke zede gel beşdar bûn.
Çalakiyê bi merasîmeke leşkerî ya gerîlayên HPG û YJA Starê destpê kir. Fermandara YJA Starê Çîgdem Dogû li ser rojê axivî û 8'ê adarê li hemû jinên kedkar ên bindest, jinên li çiyê û bajaran li çeperan li ber xwe didin, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jin û zarokên li Wargeha Penabern a Şehîd Rustem Cûdî û gerîlayên HPG/YJA Starê pîroz kir.
Dogû soza dilsoziya bi bîranînên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dubare kir û got, "Tovên têkoşîna azadiyê ya jinê li Kurdistanê ji hatiyê hevrêya me Şehîd Sara ve hatine çandin. Û ev tov mezin bû, şîn bû, bû Besê, bû Bêrîtan. Bi Bêrîtanan re veguherî artêşbûyîna jinê. Û bû Zîlan. Bi jinê re bû bîrdoziya azadiya jinê. Û bû Sema. Bi Sema re bû partîbûyîna jinê. Û bi şexsê hevrêyên me yên di dîroka têkoşîna jinê de şehîd ketin re bû sîstemeke jinê, sîstema jiyana azad. Bi van hemûyan re îro li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûye cejneke jinê."
JI GERÎLA Û GEL PEYAMÊN 8'Ê ADARÊ
Di çalakiyê de hêzên gerîla û şêniyên kampê li ser rojê mesajên xwe dan û bal kişandin ser têkoşîna jinan. Gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş der barê 8'ê Adarê de got, "8'ê Adarê navê berxwedan û têkoşînê ye. Yê ku herî zêde xwedî li 8'ê Adarê derket em jinên PKK'yî ne. Têkoşîna me ya bi Sarayan re destpê kir, di dema dawî de bi Pakîzeyan re watedar bû. Eger mirov bixwazin wateya 8'ê Adarê binirxînin, divê mirov bala xwe bidin dîroka têkoşîna jinên PKK'yî."
Ji şêniyên wargeha Mexmûrê Bêrîvan Guler jî got, "Di serî de ez roja berxwedanê li hemû jinên berxwedêr ên li Kurdistanê pîzo dikim. Li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî heye. Ev berxwedan di şexsê rola pêşengiyê ya jinên Kurd û YPS Jin de tê meşandin. Û ez bawerim jin wê bi berxwedana xwe re aştiyê bînin Kurdistanê. Bi vê wesîleyê roja berxwedanê li hemû jinan pîroz dikim."
Sarya Agirî jî got, "Wewke jinekê, ez vê rojê li Rêber Apo, jinên li çeperan şer dikin, Fatma, Pakîzeyan û hemû jinan pîroz dikim. 8'e Adara îsal ji bo me girîng e. Ji ber ku Kurd wê bi têkoşîna azadiyê ya pêl bi pêl li Kurdistanê bi pêş dikeve, bi ser bikevin."
Gerîlaya YJA Starê Stêrk Serdar jî roja berxwedanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû jinên têkoşîna azadiyê dimeşînin û hemû jinan pîroz kir.
Serdar bang li hemû jinan kir ku li dijî sîstema serdest li ber xwe bidin.
Di çalakiyê de komên govend, koro û muzîkê yên gerîlayên YJA Starê derketin ser dikê. Her wiha komên ji wargeha Mexmûrê jî hunerên xwe pêşkêş kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedana YPS'ê" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.