Li himber hişyariya polîsên Swêd a ‘Şevê dernekevin’ bertek
Li bajarê Ostersûd ê Swêdê dawiya hefteyê piştî êrîşa li hember jinan, hişyariya polîsan a ji bo jinan ku şevê dernekevin rastî bertekan hat.
Li bajarê Ostersûd ê Swêdê dawiya hefteyê piştî êrîşa li hember jinan, hişyariya polîsan a ji bo jinan ku şevê dernekevin rastî bertekan hat.
Li Osrersûd dawiya hefteyê piştî ku jinek rastî êrîşa 3 mêran hat û jinek din ku ji aliyê kesekî nenas ve rastî şidetê hat, polîsan daxuyaniyek çapemeniyê li dar xistin û xwestin ku jin şevê dernekevin.
Yekem bertek ji bo hişyariya polîsan ji Seroka Şaredariyê AnnSofîe Anderssonê hat. Andersson diyar kir ku ji bo ku polîs nehatine û bi wan re neşêwiriye rexne kir, ji rêveberên Malên Sitirîna Jinan Helena Lassen anî ziman ku ji ber jin rastî êrîşan hatine ti kes nikare azadiya tevgerkirinê sînordar bikin.
Jinên di Televîzyona Dewletê ya Swêdê û çapemeniya herêmî de daxuyanî dan, gotin polîs li şûna ku li hember êrîşan ewlekariyê bigirin, bi azadiya jinan sînordarkirinê ve jin sûcdar kirin.
‘DAXUYANÎ JINAN WEKE BERPIRS DIDE NIŞANDAN’
Jina bi navê Sofîa Engstrom ya ku şêniya bajêr e, diyar kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de daxuyaniyek bi vî awayî ya polîsan nayê pejirandin. Engstrom wiha anî ziman: “Careke din dîsa jinê ji şideta ku li hember wê didin meşandin berpirsiyar dibînin û azadiya tevgerkirinê sînordar dikin. Eger jinek dema daket kolanê rastî êrîşê hat û ji beriya niha rastî êrîşan hatibe, di vir de daxuyaniyan polîsan tê wê wateyê ku xwe bi xwe sucdar dike!”