Li Mêrdînê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
Li Mêrdînê yek jê zarok 2 kesên ku beşdarî protestoyên desteserkirinê bibûn hatin girtin.
Li Mêrdînê yek jê zarok 2 kesên ku beşdarî protestoyên desteserkirinê bibûn hatin girtin.
Li Mêrdînê ji 5 kesên ku hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin. Fatma Ozturk, Rojhat Taş, Şeyhmûs Kavrî, Ferhat Erdem û zarokê bi navê M.Ç. di çarçoveya lêpirsîna parvekirinên medyaya dîjîtal de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên midûriyeta polîsan 5 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.
5 kesên binçavkirî bi sûcdariya “Zirardana malê dewletê” û “Tevî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê wê sûckirine” îfade dan. Piştî îfadeyê Fatma Ozturk, Rojhat Taş, Şeyhmûs Kavrî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, Ferhat Erdem û zarokê bi navê M.Ç. hatin girtin.