BI DÎMEN

Ji jinên li Hambûrgê biryara ji nû ve avabûnê

Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li bajarê Elmanya Hambûrgê, kongreya xwe ya 8. lidar xist. Di kongreyê de biryara ji nû ve avabûnê hat dayîn.

Jinên Kurd ên heft sal in bi meclîsekê li Hambûrgê dixebitin, wê ji niha û pê ve xebatên xwe dabeş bike û bi çar rêxistinbûyînên cuda xwe bi rêxistin bikin.

Meclîsa Jinê ya Rojbîn a di sala 2009'an de ava bû, roja Yekşemê li Mala Gel a li Hambûrgê bi tevlîbûna zêdeyî sed jinan, kongreya xwe ya 8. pêk anî. Li dû xwendina rapora karê salekê, nîqaş hatin kirin.

Beşdaran êrîşên wehşî yên li hemberî gelê Kurd bibîr xistin û bal kişandins er girîngiya avakirina civaka demokratîk a li dijî van êrîşan. Qisekeran diyar kirin, ji bo civakîkirina bîrdoziya azadiya jinê û demokratîkkirina civakê, şert e ku jin bi mîsyona pêşengiyê rabin.

Li gorî biryarên di kongreyê de hatin wergirtin, Meclîsa Jinê ya Rojbîn wê ji niha û pê ve rêbaza rêxistinbûyî ya ji navendekê biterikîne û xwe li Altona, Sternschanze û Pînnebergê bi rêxistin bike. Heta meha Gulanê wê meclîseke nû ya jinê ya ji herêmên Harbûrg û Wîlhelmsbûrgê jî were avakirin. Li herêmên Wînsen û Bergedorfê jî wê ewilî komun û însiyatîf werin avakirin.

Ji bo berdevkiya dema nû jî Leyla Kaya, Hatîce Kaya û Hediye Konakpinar hatin hilbijartin.