Jin li ser jiyana Sakîne Cansiz axivîn: Jiyana wê her şer bû!

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin û jiyana Sakîne Cansiz hat vegotin.

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li navenda Çep a Lîlo Herrmann a li Stûttgartê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) û Navenda Çep a îlo Herrmann ve hat organîzekirin û bi qasî 50 jinên ciwan tevlî bûn. Di panela bi moderatoriya Tîna Moller a ji Însiyatîfa Stûttgartê de, Berdevka YXK'ê ya Stûttgartê Dastan Jasîm axivî.

Bernameyê bi nîşandana dokûmantera li ser şoreşa jinê ya li Rojava û şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz destpê kir.

Jasîm pirtûka "Her şer bû jiyana min" a Cansiz da naskirin û têkoşîna wê ya şoreşgerî vegot. Jasîm da xuyakirin ku xebatên Cansiz ên ji bo avakirina artêşa jinê, piştî 40 salan bi artêşa jinê ya li Rojava YPJ re, li dijî zîhniyeta baviksalarî-oportunîst, têkoşîna azadiyê mezin dike.

HÊZA BERXWEDANÊ Û NÊRÎNÊN XWE GIHAND HEV

Jasîm da zanîn ku Cansiz di tevahiya jiyana xwe de her serbilind bû, têkçûn û bêçaretî qebûl nedikir û got, "Di navbera salên 1980-1989'an de bi helwesta xwe ya li hemberî îşkencekarên li zîndana Amedê re, çawaniya berxwedanê û nêrînên xwe gihand hev, bi vî rengî xwe parast û ji hemû hevalên xwe re bû mînak."

Berdevka YXK'ê Dastan Jasîm da xuyakirin ku divê ev pirtûka Sakîne Cansiz a ji 3 bergan pêk tê were xwendin û got, "Hûn dikarin ji Weşanxaneya Mezopotamyayê bixwazin."

...