Li Helsîngborgê xwepêşandan, li Gavleyê semînera jineolojî

Jinên Kurdistanî yên li Swêdê dijîn, çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didomînin.

Jinên Kurdistanî yên li Helsîngborgê dijîn, piştî mîtîngê ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyê civînek pêk anîn. Li Gavle jî li ser jineolojiyê ku weke 'zanistiya jinê û jiyanê' tê pênasekirin, semînerek hat lidarxistin.

DESTEKA JI BO BERXWEDANA XWERÊVEBERIYA LI BAKUR

Jinên Kurdistanî yên beşdarî meşa 8'ê Adarê ya li Helsîngborgê bûn, piştî meşê li Lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ser girîngiya rojê û rewşa berxwedana li Bakurê Kurdistanê civînek lidar xistin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Helsîngborgê Eylem Batak di axaftina xwe ya li vir de girîngiya 8'ê Adarê ji bo jinan nirxand. Batak bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna leşkerî ya jinan a di nava berxwedana xwerêveberiyê de.

LI GAVLE'YÊ SEMÎNERE 'ZANISTIYA JINÊ Û JIYANÊ'

Li bajarê Gavle jî, Komuna Jinê û Komeleya Jinê ya Navneteweyî bi beşdariya jinên Swêdî, Kurd û Ereb semînerek li ser jineolojiyê lidar xistin.

Semîner li Lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û Lînda Duzgun weke qiseker beşdar bû. Duzgun tevî sînevîzyonê, afirandina zanistiya jinê û jiyanê-jineolojî bi tevgera neteweyî ya Kurd re vegot.

Duzgun cudahiyên navbera femînîzm û jineolojiyê nirxand û bang li hemû jinan kir ku roja 15'ê Gulana 2016'an beşdarî konferansa jinolojiyê ya li Parîsê bibin.

...