8'ê Adarê li Erîvanê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên Kurd li paytexta Ermenîstan Erîvan meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Jin di destpêkê de li qada Şahumiyan li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Di mîtînga ku ji aliyê Kurdistan Komîte ve hat organîzekirin de, tevî jinên Kurd gelek jinên Ermenî jî amade bûn.
Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir li vê derê daxuyanî da û got, "Em îro weke jinên Kurdistanî, Ermenî, Yewnan, Asûrî, komunîst, femînîst li hev civiyane û êrîşên li hemberî jinê şermezar dikin."
Qadir bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bi taybetî li dijî jinê û dewleta Tirk j ber êrîşan, her wiha dewletên Ewropa, DYA, Rûsya û hemû hêzên navneteweyî yên li pêşberî van komkujiyan bêdeng in, şermezar kir.
Qadir berxwedana YPS Jin, YPJ, YJA Star, YJŞ silav kir û got, "Bila hemû cîhan zanibe, em ê heta dawiyê her li ser şopa şehîdên xwe bidin. 8'ê Adarê bi taybetî li dayikên şehîdan pîroz dikim."
Girseya gel piştî daxuyaniyê ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan. Li ser navê jinan, heyetekê nameyek li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî rayedarên Neteweyên Yekbûyî kirin û ji wan xwestin, bes bêdeng bimînin.
Çalakiya jinan bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.