BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên 8'ê Adarê

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinan li Parîs, Zurîch, Îshoj û Evry çalakî lidar xistin.

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinan li Parîs, Zurîch, Îshoj û Evry çalakî lidar xistin.

PARÎS

Jinên ji Kurdistan, Fransa, Tirkiye, Cezayîr, Tamîl, Kongo, Bakurê Afrîka û ji gelek neteweyên din, di bin navê "Li dijî şerê dewletan berxwedana bi hev re" ji Meydana Bastîlle heta Meydana Rebûblîqûe meşiyan. Ji her neteweyê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" qîriyan.

Çalakiya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd û Kolektîfa Piştgiriya bi Jinên Kobanê re hat organîzekirin, roja Yekşemê pêk hat.

Jinan flamayên ji wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, alên PAJK, Tevgera Jinên Kurd û jinên li urdistanê jiyana xwe ji dest dan, hilgirtin. Jinên Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn.

Li Meydana Repûblîqûe saet di 17:00 de mîtîngek hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû jinên di berxwedanan de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Di çalakiyê de deklarasyoneke hevpar a bi mora saziyên jinan hat xwendin û bal hat kişandin ser encama şerê dewlet li hemberî gelan bi taybetî li Kurdistanê dimeşîne. Hat ragihandin, ev şer herî zêde bandorê li jinan dikin û ji bo sekinandina van şeran hat destnîşankirin, ku divê jin hêza xwe ya rêxistinbûyî û çalak nîşan bidin.

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd, Tevgerên Jinên Fransayî, Kolektîfa Piştgiriya bi Jinên Kobanê re, Jinên Koçber ên Sûriyeyî, Jinên Tamîlî, Rêxistina Piştgiriya bi Jinên Perûyî, Tevgera Jinê, Dijberên Sîstema Baviksalarî (CGA), Dayikên Aştiyê, Jinên Piştevan, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Dengê Jinê ji bo Aştiyê axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser girîngiya tevgera hevpar a jinên ji hemû neteweyan.

Piştî axaftinan ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Nûarîn derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kir.

DANÎMARKA

Meclîsa Jinên Kurd Sêvê li bajarê Îshojê şevek lidar xist. Şeva ku jinên Kurdistanî û dostên gelê Kurd lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Endama Meclîsa Şaredariya Îshojê Şengul Akbal Denîz li vir axivî û berxwedana Cizîr û Sûrê silav kir. Denîz got, "Weke jinên Kurd bi têkoşîna xwe re me cihê xwe di rojeva cîhanê de girtine."

Ji Konseya Jinên Danîmarkayê Randî Theîl Nîelsen jî da zanîn ku ew têkoşîna jinên Kurd ji nêz ve dişopînin û ev têkoşîn silav kir.

Koma Ariyan, Hozan Fîgen, Newzat Tûnç û Mizgîn jî di şevê de derketin ser dikê. Koma Ciwanên Kurd a govendê jî hunera xwe pêşkêş kir.

Şev bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Arîn Mîrkan, Fatma, Sêvê û Pakîze" bi dawî bû.

ZURÎCH

Bi şiyara "Bi ruhê azadiyê yê Sarayan û Sêvêyan re ber bi xwerêveberiyê û jiyana azad" Meclîsa Jinê ya Bêrîtan tevî 15 saziyên jinan meşek organîze kir. Meşê ji Hechtplatzê destpê kir û heta Helvetîaplatzê dewam kir.

Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî YPJ", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Em berxwdana jinê ya International mezin bikin" hatin qîrîn. Piştî meşa ku gelek belavok lê hatin belavkirin li Helvetîaplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

EVRY

Jinên Ciwan ên li Evry jî komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin. Jinan li sûka herêma Evry ya paytexta Fransa Parîsê, çalakiyeke protestoyî lidar xistin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "DAIŞ li Kobanê, Erdogan jî li Tirkiyeyê Kurdan qetil dike, vê barbariyê bisekinînin" hat vekirin û dewleta TC û hikûmeta AKP'ê yên faşîst hatin şermezarkirin. Jinan bi kefenê spî yê li xwe kirî re bal kişandin ser wehşeta dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Jinan wêneyên jin, zarok û sivîlên ji aliyê çeteyên AKP'ê ve hatin qetilkirin hilgirtin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.