Seyît Riza li Cenevreyê hate bibîranîn
Seyît Riza û hevreyên wî li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin bîranîn.
Seyît Riza û hevreyên wî li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin bîranîn.
Ji ber 87’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Swîsreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK), Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan yên Ewropayê (AABK), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekitiyên Dersimê yên Demokratîk a Ewropayê, Civaka Azad (CDK-S) û Komeleya Li Dijî Qirkirina Dersimê li Qada Nation hate lidarxistin. Aktivîstên Greva Jinan û partiyên siyasî yên li Cenevreyê beşdarî bîranînê bûn.
Di çalakiyê de meta çapemeniyê ya li ser navê saziyan ji aliyê Roza Dersim ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Dersim ji ber nasnameya xwe ya Kurd û Elewî bi awayekî herî giran rastî xezeba polîtîka û planan hatiye û anî ziman ku ev polîtîka îro jî dewam dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Qirkirin bi rapor, qanûn û biryarnameyan gav bi gav hate plankirin. Di sala 1936’an de ‘Qanûna Tunceliyê’ hate amadekirin, bi leşkergeh û mizgeftê bingehê wîlayeta ‘Tuncelî’ hate avêtin. Bi ‘Operasyona Tenqîl a Tuncelî’ ku 4’ê Gulana 1937’an destpê kir, hate xwestin Dersim bi temamî ji holê bê rakirin. Qonaxa dawî ya komkujiya 1937’an ‘darizandina’ pêşengên Dersimê bi dadgehekî sexte bû. Ji bo Seyît Riza, Wuşenê Seydî û Findik Aga, Wuşenê Sey Rizay, Hesenê Civrail Aga Arekiye, Aliye Mirze Sîlî, Hesenê Îvraîmê Qijî biryara darvekirinê hate dayîn.
Lê li hemberî van planên bi xwîn pêşengên Dersimê serî netewand, çok nedanî. Wuşenê Seydî di dadgehê de got, ‘Li hemberî zaliman serî netewînin, li vir civaka Kurmanc tê darizandin.’ Seyît Riza dema diçû sêdarê wisa diqîrî, ‘Em ewladên Kerbelayê ne, em bê guneh in. Eyb e, zilm e, qetlîam e.’
Ev weke kevneşopiya berxwedanê ji me re hate hiştin. Heta ku dewlet bi heqîqetê re rû bi rû bimîne û gavên başkirina birînan biavêje wê ev berxwedan dewam bike. Em ê tiştên hatin jiyîn ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.
Hunermendê ji Dersimê Mehmet Durna ê beşdarî bîranînê bû bi gel re lorand. Partiyên siyasî û tevgerên femînîst ên li Cenevreyê jî beşdarî çalakiyê bûn û axivîn.
Ewil Aktivîsta Feminist Grev Valantine Lauise axivî û wiha got: “Jinên ku ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin, di roja îro de jî têkoşîna xwe ya li dijî hovan didomînin. Tevgera Jinên Kurd li tevahiya cîhanê têkoşîneke girîng dimeşîne.”
Serokê Partiya Karkeran a Swîsreyê Tobias Schneblî jî destnîşan kir ku di dîrokê de dewlet li dijî gelên bindest komkujiyan kiriye û wiha got: “Di dîrokê de dewletan her tim li dijî gelan qirkirin pêk anî. Gelê Kurd îro hê jî nayê naskirin û her roj rastî êrîşan tê. Gelê Filîstinê tê qetilkirin. Em ê li gel gelên bindest bin.”
Ji Partiya Sosyalîst (SP) Halîma Delîmî jî destnîşan kir ku Kurdan di dîrokê de têkoşîneke azadiyê ya cidî meşandiye û wiha got: “Gelek caran bi qirkirinê re rû bi rû man. Lê tu car dev jê bernedan. Hê jî li ber xwe didin. Îro divê her kes piştgirî bide têkoşîna Kurdan. Peyama ku Ocalan ji Îmraliyê da divê ji aliyê dewleta Tirk û dewletên Ewropayê ve baş bê fêmkirin. Aştî wê li her kesî bide qezençkirin.
Di bîranînê de herî dawî nûnera FEDA’yê Swîsreyê Songul Çelîk axivî. Çelîk bi Kurmancî axivî û destnîşan kir ku 87 sal bi ser darvekirina Seyît Riza û hevreyên wî derbas bûye û wiha got: “Li erdnîgariya me gelek komkujî hatin kirin. Ermenî, Suraynî û Kurda rû bi rûyê komkujiyan hatin. Em hemû kesên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Me ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”