Li Amed, Sêrt û Îzmîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Amedê hatin ba hev û şitil danîn. Jinan ji Amed, Sêrt û Îzmîrê ji bo jinên dîlgirtî qert şandin.
Jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Amedê hatin ba hev û şitil danîn. Jinan ji Amed, Sêrt û Îzmîrê ji bo jinên dîlgirtî qert şandin.
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navneteweyî de, di çarçoveya Kampanyaya “Gotina me xelas nebû, em ê tundiyê bi hev re rawestînin” de li navçeyên Rezan û Peyasê yên Amedê çalakî hatin lidarxistin.
Li Rezanê bi pêşengiya Navenda Jinan a Kardelenê çalakî hat lidarxistin û saziyên civaka sîvîl, partiyên siyasî, bi hejmarek zêde jin û malbata Rojîn Kabaîşê ku li Wan’ê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, tevlî bûn. Di çalakiyê de dovîzên ku serborî û wêneyên jin û zarokên ku hatine qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.
‘LI REZANÊ JI BO JINÊN HATINE QETILKIRIN ŞITIL HATIN DANÎN’
Hevseroka Navçeya Rezanê ya DEM Partiyê Aygun Taşkiran li vir axaftinek kir û diyar kir ku dê têkoşîna li dijî tundiya mêran bidome. Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulşen Ozer jî diyar kir ku wê hesabê jinên hatine qetilkirin bê pirsîn. Dayika Rojîn Kabaîşê Aygun Kabaîşê jî da zanîn ku ew ê nehêlin bûyerê bidin jibîrkirin û ji bo vê yekê dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Piştî axaftinan şitil hatin çandin û navê jinên hatine qetilkirin bi şitilan ve hatin daliqandin.
‘LI PEYASÊ JI BO JINAN 150 ŞITILÊN HINARAN HATIN ÇANDIN’
Gerînendeya Jinan a Şaredariya Peyasê ji bo jinên hatine qetilkirin şitilên dara hinarê çandin. Hevcîgira Şaredariya Peyasê Gulîstan Nazlier Koyunca anî ziman ku ev şitil ji bo jinên hatine qetilkirin hatine çandin.
Di çarçoveya çalakiyê de 150 şitilên dara hinarê hatin çandin.
LI SÛRÊ JIN LI HEV CIVIYAN
Li Sûrê li Taxa Îskender Paşa hevcivîna jinan hat kirin. Daxwazên jinan hatin pirsîn û hat diyarkirin ku wê têkoşîna jinan bê pêşvebirin.
‘AMED, SÊRT Û ÎZMÎRÊ PIŞTGIRÎ DA JINÊN GIRTÎ’
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, bi pêşengiya Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna Li Dijî Şîdetê ya Amedê, ji bo jinên dîlgirtî qert hatin şandin. Endama TMMOB’ê Kiymet Zengîn daxuyanî xwend. Kiymet Zengîn bal kişand ser qetilkirina jinan û diyar kir ku ew ê bi jinên dîlgirtî re di nav hevgirtinê de bin.
Jinan piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û ji bo jinên dîlgirtî qet şandin.
Ji Sêrt û Îzmîrê jî ji bo jinên dîlgirtî qert hatin şandin û bangawaziya mezinkirina têkoşîn û hevgirtinê hat kirin.