Li Brukselê meşa 8’ê Adarê

Li paytexta Belçîka Brukselê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin.

Li paytexta Belçîka Brukselê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin.

Li paytexta Belçîka Brukselê di pêşengtiya TJK-E’yê de nêzî 100 jinan beşdarî meşê bûn.

Çalakiya 8’ê Adarê ya ku Meclîsa Jinan a Şehîd Berîtan organîze kir ji Flace de la Monnaîe destpê kir heta Bare Centralê berdewam kir.

Çalakvanan di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî 8’ê Adarê” qîr kirin, piştî meşê li pêşiya Care Centralê mîtîngek li dar xisitin.

Di mîtînga ku belavkok hatin belavkirin de li ser navê TJK-E’yê Emel Golu axivî û anî ziman ku pêşenga dîrokî Clara Zetkin, Roza Lûxemboûrg, bi Zîlanan, Berîtanan, Sarayan, Arînan, Sêvêyan , Pakîzeyan di serî de li Cizîr, Sûr û Nisêbînê li çar aliyan xwerêveberî û berxwedanan xwerêveberiyê bi rê ve diçe.

Piştî axaftinan aktivîteya 8’ê Adarê bi govend û dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bûn.

...