Li Serhedê çalakiyên 25’ê Mijdarê dest pê kirin
Meclisa Jinan a TJA û DEM Partiyê li Wan û Şemzînanê çalakiyên 25’ê Mijdarê dan destpêkirin.
Meclisa Jinan a TJA û DEM Partiyê li Wan û Şemzînanê çalakiyên 25’ê Mijdarê dan destpêkirin.
Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navnetweyî li navçeyên Wan û navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dar xistin.
Çalakvanan pêşî çûn serdana jinên penaber ên li navenda Wanê û piştre jî çûn serdana “goristan bêkesan” ku inên hatî qetilkirin hatine veşartin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û bal kişand ser kesên ji ber polîtîkayên şer di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane û mexdûr bûne.
RÊYA ARMÛŞÊ
Navenda Jiyan û Çandê ya Jinan a Sixkê ya ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve hatiye çêkirin, hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay û gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Canan Uzunay di merasîmê de axivî û got, "Em dixwazin şaredariyên xwe veguherînin qadên jiyanê yên jinan."
Neslihan Şedal jî ev tişt got: “Dema yekem qeyûm tên şandin pêşî êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Em soz didin Narîn, Rojîn, Gulistanê; em ê li dijî van polîtîkayên qirêj têkoşîna xwe mezin bikin.”
ŞEMZÎNAN
TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Şemzînanê dest bi çalakiyên xwe kir. Jinên li navenda navçeyê hatin ba hev û daxuyanî dan.
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir ku tundiya li ser jinan li hemû cîhanê roj bi roj zêdetir dibe û got, “Ev tundî bi destê dewletên bi zihniyeta mêr pêk tê. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”
Humeyra Armût bal kişand ku hemû jin dibin hedefa zilamên serdest û wiha domand: “Em ê di 25’ê Mijdarê de bi taybet qetilkirina jinan li dijî her cure tundiya li ser jinan têbikoşin û polîtîkayên şerê taybet bi dawî bikin. Em ê bi rêxistinên jinan re ji bo hebûn û vîna xwe li qadan bin."