TSP: Divê her kes sibê li Kolnê bin
Platforma Dengê Girtiyan bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a ku wê sibê li Kolnê bê lidarxistin, kir.
Platforma Dengê Girtiyan bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a ku wê sibê li Kolnê bê lidarxistin, kir.
Platforma Dengê Girtiyan (TSP) der barê meş û mîtînga mezin a bi daxwaza azadiya Rêber Apo wê sibê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, daxuyaniyek da. TSP’ê bi bîr xist ku Rêber Apo ji sala 1999'an û vir ve di bin tecrîda mutleq de ye.
'TECRÎD DIDOME'
TSP’ê hevdîtina malbatê ya Rêber Apo ku di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re kiribû, hat bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Ji bilî hevdîtina kurt a 23’yê Cotmehê bi malbatê re hat kirin, destûr nedan ku hevdîtineke din bi malbatê re bê kirin. Parêzer ji 25’ê Adara 2021’an vir ve qet hevdîtin nekirine.”
‘TECRÎD LI TIRKIYEYÊ BELAV DIBE’
Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî Kurdan hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêber Apo li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tecrîd berfireh bûye û hemû mafên girtiyan hatine desteserkirin û wiha domand: “Tecrîda mutleq a dewleta Tirk a li ser Ocalan qanûnên xwe û hiqûqa navneteweyî binpê dike û ev sûcê mirovahiyê ye. "
’DIVÊ HER KES SIBÊ LI KOLNÊ BIN’
Di daxuyaniyê de têkildarî meşa sibê ev bangewazî hat kirin: "Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan divê em tecrîdê bişkînin û têkoşînê mezin bikin. Em bang li hemû şoreşgeran, dijfaşîstan û parêzvanên mafên mirovan dikin ku di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bin."