Li Berlînê meşa 8'ê Adarê

Li paytexta Elmanya Berlînê bi şiyara 'Em ji nû ve dibin xwedî hêz' meşa 8'ê Adarê hat lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi şiyara 'Em ji nû ve dibin xwedî hêz' meşa 8'ê Adarê hat lidarxistin.

Di meşê de belavokên ji 12 zimanan hatin belavkirin û bal hat kişandin ser şeê li Kurdistanê û şoreşa jinê a li Rojavayê Kurdistanê. Jinên ku saet di 15:30 de li meydana Kottî li hev civiyan, heta meydana Orîen meşiyan û li vê derê mîtîngek lidar xistin.

Çalakî ji aliyê saziyên bi navê Des-Dan, Înternatîonal Women Space, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Radîcal Qûeer Wagenplatz Kanal, KNK (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê), Fraûenkomîtee în Berlîn, HDK Berlîn (Jin), Gogo Trash Berlîn; Rote Atîon Berlîn, Take Back, Lîebîg 34 ve hat organîzekirin.

Di belavokên bi 12 ziman hatin amadekirin de hat ragihand,n ku ew ê destûrê nedin nîjadperestî û zayendîperestiyê û hat destnîşankirin, ku têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê li dijî van polîtîkayên dijberkirina hev, mînakeke girîng e.

Hat ragihandin, ku li Bakurê Kurdistanê jin li hemberî leşkerên dewletê yên bi pere dixebitin têkoşîneke mezin dimeşînin û dewleta Tirk ji bo têkbirina vê têkoşînê serî li êrîên kirêt û zayendîperest dide.

Di çalakiyê de wêneyên jinên têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "azadî", "Bimire koledarî, bijî berxwedan", "dawî li polîtîkaya zayendîperest, nîjadperest û penaberiyê bînin", "dawî li kuştina jinan bînin" hatin qîrîn.

Çalakî li meydana Orîenê bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.