Li Strasboûrgê di meşa 8’ê Adarê de qirkirin hat lenetkirin
Li Strasboûrgê çalakiya li pêşiya avahiya DMME’yê 15 roj li pey xwe hişt, bi sedan Kurdistanî bi wesîleya Roja Jinan meşek li dar xistin.
Li Strasboûrgê çalakiya li pêşiya avahiya DMME’yê 15 roj li pey xwe hişt, bi sedan Kurdistanî bi wesîleya Roja Jinan meşek li dar xistin.
Li Strasboûrgê çalakiya li pêşiya avahiya DMME’yê 15 roj li pey xwe hişt, bi sedan Kurdistanî bi wesîleya Roja Jinan meşek li dar xistin.
Meşa ku di Roja Jinan de bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, ji navneda bajar a Place Kleberê destpê kir. 400 Kurdistaniyên ku zêdehiya wan ji jinan pêk dihat, di destê wan de al û pankartên ku qetlîam protesto dikin, heta semta Robertsaû ya ku DMME lê ye meşiyan.
Meşvanan dirûşmên qetlîamên li ser Kurdistanê û bêdengbûna dewletên Ewropa protesto dikir qîr kirin, tevî baran û sermaya zêde jî meş bi kelecan derbas bû. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rûmetê” û “Sêvêyan nemirin, li ber xwe didin”derketin pêş.
Jinên ku di çalakiyê de cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyê di berxwedana xwerêveberiyê de hatin înfazkirin hilgirtin.
Meşa jinên Kurdistanî piştre heta herêma ku avahiya DMME, Konseya Ewropa (KE) lê bûn ve berdewam kir.
Li vir li pêşiya konê berxwedanê, nûnerên meclîsa jinan axivîn, diyar kirin ku jina Kurd ji bo azadiya xwe wê berxwedana xwe bidomînin.
Li vir Medenî Gûner yê ku hevjîna wî ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin û keçek wî jî di nava refên gerîlayan de jiyana xwe ji dest daye, axivî û wiha anî ziman: “Malên me, zarokên me, lawir û her tiştên me kuştin. Lê, PKK û em li ser piyan in. Di kesayeta keça xwe de roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê li tevahî jinên berxwedêr pîroz dikim.”
Kurdistaniyên ku li kon kom bûn, çalakiya xwe ya li vir berdewam kirin.