Jinên Kurdistanî yên li Swêdê YPJ silav kirin

Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li bajarê Swêd Vasterasê dijîn, jinên YPJ'yî yên bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, bi meşekê silav kirin.

Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li bajarê Swêd Vasterasê dijîn, jinên YPJ'yî yên bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, bi meşekê silav kirin.

Meş di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li kolanek nêzî navenda bajêr destpê kir. Jinên alên YPJ/YPG û PYD'ê hilgirtin, bi qîrîa dirûşmên ji bo Şoreşa Rojava û berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê dest bi meşê kirin.

Piştî ku çalakger gihaştin Meydana Sîgmatorgetê, Bêrîtan Soysuren axivî û destnîşan kir, ku jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, tevî şerê li dijî terorîstên DAIŞ'ê, di heman demê de ji bo pêkanîn wekheviya zayendî jî şer dikin.

Soysuren da zanîn, jinên Kurd li Rojava bi lehengî şer dikin û got, "Ez wan şervanên azadiyê yên ji bo min û ji bo we şer dike, silav dikim. Bi saya van jinan, li Rojava zext li jinan nayê kirin. Ji ber jin im, ji ber jineke Kurd im serbilind im."

Tevî şêniyên bajêr, medya herêmî jî eleqe nîşanî çalakiyê da.

...