KCDK-E: Werin em li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo dîrokekê binivîsin!
KCDK-E’yê bi rêya daxuyaniyekê ji bo azadiya Rêber Apo bang li gelê Kurd kir ku sibehî bi ruhê seferberiyê biherike Kolnê.
KCDK-E’yê bi rêya daxuyaniyekê ji bo azadiya Rêber Apo bang li gelê Kurd kir ku sibehî bi ruhê seferberiyê biherike Kolnê.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Tecrîdeke girankirî ya li seranserê cîhanê mînakên wç tune ye li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin. Êdî ne pêkan e ku em vê tecrîda dermirovî ya ku armanc dike têkiliya di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de qut bike, qebûl bikin. Tecrîda li Îmraliyê êrîşeke li dijî jiyana azad a gelan e.’’
Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:
‘’Di gel ku tecrîd li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Manîfestoya Mafên Mirovan a Cîhanî ye jî polîtîkayên tecrîdê bi israr tên sepandin û normalîzekirin. Pergala Îmraliyê pergaleke êşkenceyê ye û divê were guhertin. Konseya Ewropayê û CPT tevî biryarên xwe jî li erka xwe ranabin û li hemberî vê yekê bêdeng in ku ev jî careke din nîşanî me dide ku komployeke nanneteweyî heye. Rêber Apo ne bes ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest bûye hêviyeke mezin. Rêber Apo êdî rêberekî navneteweyî ye.
Rêber Apo pêşengê aşitî, azadiya jinan û pêkvejiyana gelan ya bi awayekî azad û wekhev e.
Sed hezaran kes wê sibehî li Kolnê bi zanebûn û berpirsiyariyekê berê xwe bidin qadan. Wê îrade û sekneke bihêz nîşan bidin. Meşa sedhezaran wê pêşiya pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo veke. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelan wê bibe şens û çareseriyeke mezin.
Girêdayî vê yekê divê hemû gelê me yê li Ewropayê jin, temenmezin, zarok, esnaf, xwendekar, kedkar, dostên me û hemû kesên ji gelên din berê xwe bide Kolnê û ji bo aşitî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind bike. Em weke KCDK-E’yê bang li her kesî dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî meşa mezin a li Kolnê bibin.’’