Ji bo sê jinên şoreşger li Munchenê çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin
Ji bo jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê dewam dikin.
Ji bo jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê dewam dikin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Jinan li ber Konsolosxaneya Fransayê pankarta bi nivîsa "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" vekirin û wêneyên her sê jinên şoreşger hilgirtin.
Di çalakiya ji aliyê Komuna Jinê ya Sara û Ciwanên Azad ve hat organîzekirin de, li ser Komkujiya Parîsê belavok hatin belavkirin.