Dewleta Îranê cezayê îdamê da endama Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî.
Piştevaniya Jinan a Ewropayê (AKD) ku ji Tevgera Jinên Kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Bi Çavê Jinê, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê, Xeta Sor û Jina Nû pêk tê, daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser girîngiya nameya ku Mûradî li girtîgeha Evînê nivîsandî.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li cîhanê yek ji welatên ku herî zêde cezayê îdamê lê tê dayîn, Îran e û hate destnîşankirin ku cezayê îdamê li sedan kesan hatiye birîn û hîn jî ev ceza tên dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Herî dawî cezayê îdamê li 6 kesên ku beşdarî çalakiyên Jîna Emînî bûne, hate birîn. Cezayên îdamê yên ku zêde dibin di serî de li dijî parêzvanên mafên mirovan, jinêna aktîvîst û berxwedêrên Kurd, li dijî hemû hêzên muxalefetê yên têkoşer tê birîn. Îdam, mirin û girtin polîtîkaya çewisandin û tunekirina têkoşîna rewşa ya jinan û gelên bindest e.
Li her çar aliyê cîhanê bi sedsalan e jin li dijî sîstema bi serdestiya mêr têdikoşin. Jin di şerên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Îranê de li dijî sîstema serwer a mêr ku bi awayekî sîstematîk têkoşîna jinê û destketiyên jinan hedef digire, têkoşîna rêxistinî didomînin.
Pêwîste dewleta Îranê dawî li polîtîkayên xwe yên zext û qirker bîne, cezayê darvekirinê were rawestandin û hemû girtiyên siyasî bi taybetî jî girtiya siyasî Werîşe Mûradî demildest werin berdan. Li dijî pêkanînên cezayê darvekirinê ku roj bi roj zêde dibe, divê hemû saziyên mûxalîf, pêşverû û demokratîk bi taybetî saziyên jinan bi mezinkirina têkoşîna re em ji darvekirinan re bêjin 'na'."