BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê li Kerkûkê 8'ê Adarê pîroz kirin

Gerîlayên YJA Starê yên li Kerkûkê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Pîrozbahiya 8'ê Adarê danê sibehê destpê kir û heta êvarê dewam kir. Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû di pîrozbahiyê de li ser wateya 8'ê Adarê û girîngiya têkoşîna azadiya jinê axivî û got, "Jinên Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de, bi dayîna berdêlên giran li ser navê jinên cîhanê serketinên girîng bi dest xistine û rêyeke nû vekirine."

'MIZGÎNIYA NÛBÛNÊ YE'

Dogû li ser navê gerîlayên YJA Starê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û wiha axivî: "Em 8'ê Adarê li tevahiya jinên kedkar ên cîhanê, li dayikên îro li çeperan li ber xwe didin pîroz dikin. Mîna her sal, 8'ê Adarê îsal jî mizgîniya gelek nûbûnan dide. Jin her sal bi gavên ji xwe bawer ber bi azadiyê ve diçin."

'RUHÊ TÊKOŞÎNÊ WÊ TI CARÎ NIKARIBE WERE ŞIKANDIN'

Dogû da zanîn, ku jinên Kurd bi dehan salan e bi dayîna berdêlên giran ji bo azadiyê têdikoşin û got, "Vê têkoşînê di şerê li dijî DAIŞ'ê de rastiyên gelekî girîng derxist holê. Li Şengalê YPJ, li Mexmûr û Kerkûkê YJA Star û li Bakurê Kurdistanê jî bi pêngava avakirina xweseriya demokratîk re têkoşîna YPS Jin nîşan dide ku ev yek çiqasî hêja ye.

DAIŞ'ê êrîşî hemû nirxên me yên azadiyê kir, hewl da bê bîr bihêle. Lê di dawiya dawî de berxwedana jinê, têkoşîna gerîla ev armanca wan pûç kir. Em dikarin bêjin ku niha li Kurdistanê şer di navbera azadî û koledariyê de tê meşandin. Têkoşîna azadiya jinê li hemberî zîhniyeta faşîst a paşverû şer dike. Lê divê her kes zanibe, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê ruhê têkoşîna jinê ti carî nikaribe bê şikandin. Hêza kesî wê têra vê neke. Mînaka herî dawî ya vê yekê têkoşîna YPS Jin a li Bakurê Kurdistanê ye."

Piştî axaftinan gerîlayan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", Jin jiyan azadî" qîriyan. Pîrozbahî bi koro, şano, skeç û pêşandana govendê ya gerîla bi dawî bû.

...