YJA Star 3 gerîlayên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, 3 gerîlayên xwe yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayaê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Fermandariyê wiha got: “Em weke hevrêyên wan em ê bibin layiqî meşaleya azadiyê ya ku me ji wan dewir girtiye.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, 3 gerîlayên xwe yên ku di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî. Di daxuyaniya Fermandariyê de wiha hat gotin: “Têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi şehîdên xwe ve heye, weke tevgerek dîrok nîvîsand û di nava nirxên azad ên mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Ji ber vê Rêber Apo ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê wiha pênase dike; ‘Şehîdên me, paşeroj, îro û pêşeroja me ne.’ Di têkoşîna gelê Kurdistanê ya 40 salî de, bi rastiya şehîdan re hêviyên azadiyê ji nû ve ava bû û ji bo gihandina siberojê bûye dîrokek.

Jiyana nû, li Kurdistanê wê bi ruhê berxwedana şehîdan, bawerî, biryardarî, kelecan, hêvî, heyecan û fedekariya wan, keda wan re wê derkeve holê. Ew ji bo gelê xwe bûn hêviya ji nû ve avabûnê, ew bûne sembola hevalên rast, welatparêzî û têkoşîna azadiya Kurdistanê. 

Di pelên dîroka ji qehremaniyê tijî, li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di meha Sibatê de 3 hevrêyên milîtan ên jin şehîd ketine em oxir dikin. Hevrêyên me Arjîn (Fatma Demîr), Devrîm (Turkan Taş) û Rocyar (Seher Yildirim), weke tevger û gel di vê pêvajoya ku li her herêmê şerekî topyekûn tê meşandin de, her 3 hevrêyên me di encama êrîşên dijmin de şehîd ketin.”

EM Ê BIBIN LAYÎQÊ WAN

Daxuyaniya YJA Star wiha berdewam dike:

“Hevrêya me Ajîn di 2002’an de beşdarî refên Têkoşîna Azadiyê bûye, bi kesayeta xwe ya dilnizm, zanîstî, girêdan, fedekarî û sekna xwe ya fedayî, hevrêyeke li ser xeta nirxên Azadiya Jinê bi awayekî bê tirs jiya û da jiyankirin. Hemû erk û xebatên ku biketiba pêşiyê, ne wekî fermandarek, weke şoreşgerek bi biryardarî û berpirsiyar bi cih tanî, di leşkerî, îdeolojî, rêxistinê de xwedî kesayeteke pêşeng bû.

Hevrêyên Devrim û Rocyar jî di 2010’an de beşdarî têkoşîna rizgariya gelê me bûn, di pêvajoyên teng de bi ruhê Zîlan û Bêrîtan, berxwedan mezin kirin, bi çar destan pêçane.

Hevrêyên me Arjîn, Devrîm û Rocyar di şerê azadiya jinê de bi keda xwe, hesret, bi armancên xwe bi hestên mezin û fikrên mezin beşdarî têkoşîna me bûne. Di kesayeta van her 3 hevalan de em hemû şehîdan bi bîr tînîn. Serkeftina ku me ji têkoşîna azadiya şehîdên xwe girtin, bi biryardarî, baweriyek mezin û bi hêzeke rêxistinkirî, em ê xwedî li nirxên wan û gelê Kurd derkevin. Em weke hevrêyên wan em ê bibin layiqî meşaleya azadiyê ya ku me ji wan dewir girtiye.

Bi vê wesîleyê em ji malbata Demîr a welatparêz ku ji dîroka damezirandina PKK’ê ve di nava vê têkoşînê de cih girtin re sersaxiyê dixwazin. Ji malbatên Taş û Yildirim re jî sersaxiyê dixwazin.

NASNAMEYA 3 GERÎLAYAN WIHA YE

Nasnameya 3 gerîlayên YJA Starê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Nasnav: Arjîn Fîs
Nav û Paşnav:Fatma Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Ayşe - Feyzî
Dîroka û Cihê Şehadetê: Şibat 2016 / Herêmên Parastinê yên Medya
***
Nasnav: Devrîm Garzan
Nav û Paşnav:Turkan Taş
Cihê Jidayikbûnê: Betlîs
Navê Dayik û Bav: Xeme - Îsa
Dîroka û Cihê Şehadetê: Şibat 2016 / Herêmên Parastinê yên Medya
***
Nasnav: Rocyar Suveyda
Nav û Paşnav:Seher Yildirim
Cihê Jidayikbûnê: Enqere
Navê Dayik û Bav: Belîzar - Ramazan
Dîroka û Cihê Şehadetê: Şibat 2016 / Herêmên Parastinê yên Medya