JIN
Hemû Nûçe
-
Cenazeya şervana YPJ’ê Şehzade Elî bi merasîmekê spartin axê
Welatiyên Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervana YPJ’ê Şehzade Elî (Buharîna Qamişlo) li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê. -
TJA: Em bi rihê berxwedana Efrînê beşdarî ‘Newrozê’ bibin
TJA’yê bi rihê berxwedana Efrînê banga tevlîbûnê li pîrozbahiyên ‘Newrozê’ kir û peyam da ku ew ê bi şikandina tecrîdê wê êrîşên dagirkeriyê ji holê rabe. -
YPJ'ê şervana xwe Anna Campbell (Hêlîn) bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê destnîşan kir ku şervana wan Anna Campbell (Hêlîn) ji bo li dijî faşîzmê têbikoşe berê xwe da Efrînê û got, "Em soz didin şehîdên xwe ku em ê azadiyê diyarî gelan, serketinê jî diyarî jinan bikin." -
Meclîsa Jinên Êzidî ya Binevş Edessa kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinên Êzidî ya Binevş Edessa, kongreya xwe ya duyemîn pêk anîn. Beşdaran işaret bi Berxwedana Sedemê ya Efrînê kirin û got, "Bi geşkirina berxwedanê re Efrîn wê ji nû ve bibe warê jinan û hemû gelan." -
Komuna Jinên Kurd-SARA kongreya xwe pêk anî
Komuna Jinên Kurd-SARA ya li Munchenê kongreya xwe pêk anî. -
Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Efrînê bi dawî bû
Di Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd de karên ku jinên Kurd dikarin li Ewropayê ji bo Efrînê bikin hate nirxandin û plansaziyek çêkirin. -
TJK-E: Berxwedana Efrînê hatiye qonaxeke nû
TJK-E’yê got gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirker ên deweleta Tirk berxwedaniyeke bêhempa kirine û berxwedan hatiye qonaxeke nû. -
Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Efrînê li hev civiya
Di Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd karên ku jinên Kurd dikarin li Ewropayê ji bo Efrînê bikin tê nirxandin. -
RJAKê li dijî şîdeta li jinê bi 11 xalan pêşniyara çareseriyê kir
Di konferansa RJAK'ê de ku bi şiyara "Na ji qirkirina jinê re, erê ji çareseriya bingehîn re" hate lidarxistin, li dijî şîdeta li jinê pêşniyara çareseriyê ya ji 11 xalan pêk tê hate erêkirin. -
Jin wê ji bo Efrînê plansaziya çalakiyan bikin
Jinên Kurd di çarçoveya banga seferberiyê ya Komîteya Xwedîlêderketina Efrînê de ji bo plansaziyê ew ê sibê li KNK’ê civînekê li dar bixin. -
‘Hêza helbesta min, gerîla û çiya ne’
Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi deng û gotinên xwe hezkirina xwe ya azadî û jiyanê bi her kesekî/ê dan hîskirin. Gerîla Arîn Gelhat jî dema tevlî refên gerîla helbestan dinivîse û wiha dibêje; “Min hêza nivîsandina helbestan ji gerîla û çiyayan girt." -
YPJ’ê Tekoşîn Botan û Zîlan Cûdî bibîr anî
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku fermandarên pêşeng ên YPJ’ê Tekoşîn Botan û Zîlan Cûdî di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûne. -
Li Zurîhê li pêşiya kargeha çakan çalakî
Jinên Kurd, li pêşiya yek ji kargehên herî navdar ên Swîsreyê bi çalakiyeke bê îtehatiya sivîl ve daxwaz ji Swîsreyê kir ku bazirganiya çakan a bi Tirkiyeyê re bidin rawestandin. -
Di rojeva jinan de dagirkeriya li Efrînê heye
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jin li bajarên Ewrûpayê hatin ba hev û dagirkeriya li Efrînê şermezar kirin. -
Jinên li Adigeyê berxwedana Efrînê silav kirin
Jinên li Komara Xweser a Adigeyê ne, di çalakiya 8'ê Adarê de berxwedana Efrînê silav kirin. -
KJK'ê ji bo Efrînê bang kir: Em niha dakevin qadan!
Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser xeteriya komkujiya sivîlan ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê were kirin û banga çalakiyan kir. -
Di çalakiyên 8'ê Adarê de berxwedana Efrînê hate silavkirin
Li bajarên Dusseldorf û Giessen ên Elmanyayê û li bajarê Marsilya yê Fransayê, jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan û berxwedana Efrînê silav kirin. -
Jinên cîhanê li Zurîhê hatin gel hev, Efrîn silav kirin
Di çerçeveya 8’ê Adarê de bi hezaran jinên ku li Zurîhê derketîn qadan, berxwedana bi heybet a li Efrînê tê kirin silav kirin. -
Li Kopenhagê aktivîteya 8’ê Adarê
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin. -
Jinên Başûrê Amarîkayê peyamên piştgiriya Efrînê dan
Li hemû welatên Başûrê Amarîkayê, îsal 8’ê Adarê di çarçoveya “Bila jinek din kêm nebe” hate lidarxistin. -
‘Wê jin bi ruhê berxwedana Efrînê bi ser bikevin’
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Binarê Qendîlê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Jinên Binarê Qendîl gotin ku wê bi ruhê berxwedana Efrînê jin bi serbikevin. -
8'ê Adarê li Atînayê hate pîrozkirin
Li kampa Laviron a Atînayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hate lidarxistin. -
Li Rûsyayê çalakiyên ji bo 8'ê Adarê
Li bajarên cuda yên Rûsyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana Efrînê hate slavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Li Ewropayê di çalakiyên 8'ê Adarê de Efrîn hate silavkirin
Li Ewropayê, di çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jİnên Kedkar ên Cîhanê de berxwedana bi heybet a li Efrînê hate silavkirin. -
Jinên Cenevreyî li ber sirûdên berxwedana Efrînê meşiyan
Jinên Cenevreyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ber sirûdên berxwedana Efrînê û bi alên YPJ'ê meşiyan.