Li Rûsyayê çalakiyên ji bo 8'ê Adarê
Li bajarên cuda yên Rûsyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana Efrînê hate slavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Li bajarên cuda yên Rûsyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana Efrînê hate slavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Li Federasyona Rûsyayê, li paytext Moskow, Tambovê û li Krasnîkûtê ya Saratovê jin ji bo 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin cem hev.
Tevgera Jina Kurd û Organîzasyona Jina Kurd a Moskowê bi hev re 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Beriya pîrozbahiyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hate girtin û sînevizyonek ku bi naveroka têkoşîna jinan a di nav têkoşîna azadiya Kurd de û jinên kedkar ên cîhanê hate nişandan.
Di bernameyê de Hevseroka Yekîtiya Saziyên Kurd ên Sosyal ên Rûsyayê Elmasta Cemşîd axivî. Cemşîd bala kişande bêdengiya hêzên navdewletî ya ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û got ev jî nîşan dide ku tiliya wan hêzan jî di êrîşên ser Efrînê de heye.
TAMBOV
Li Tambovê jin li Navenda Çanda Kurd hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Rojava şermezar kirin.
Di bernameyê de Endama Rêveberiya Tevgera Jina Kurd Gulan Roj axivî. Roj got 8’êAdarê sembola berxwedana jinên şoreşger û kedkar ên dijî faşîzmê ye û got pir girîng e ku li rex jinên li Efrînê ku li dijî êrîşên hovane yên faşîzma Tirk li ber xwe didin, jinê xwe bistînin. Roj got jin dikarin komkujiya dewleta Tirk ya li ser Efrînê pûç bikin û dewleta Tirk a faşîst têk bibin.
KRASNIKUT
Li Krasnîkutê ya bajarê Saratovê jinên Kurd û dostên wan 8’ê Adarê pîroz kirin. Di bernameyê de sînevizyonek bi naveroka têkoşîna jinên Kud hate nişandan.
Endama Rêveberiya Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê Rahîme Mîzgîn axivî. Mizgîn got têkoşîna jina Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak û ew pê şanaz û serbilind in ku jina Kur dli dijî rejîma herî dîktator û faşîst a dewleta Tirk, li Rojava li ber xwe didin. Mizgîn bang li jinên Rûsyayê kir ku li rex Efrînê bin û komkujiyên dewleta Tirk şermezar bikin. Mizgîn got,’’Heke em dest bixin hev em dikarin aştî û azadiyê bînin.’’