Di rojeva jinan de dagirkeriya li Efrînê heye

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jin li bajarên Ewrûpayê hatin ba hev û dagirkeriya li Efrînê şermezar kirin.

Li bajarê Melboûrneyê yê Avûstralyayê jin bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin ba hev. Di çalakiyê de rojeva sereke dagirkeriya li Efrînê bû. Rojnameger û çalakgera Mafên Jinan Meral Çiçek bi rêya telekonferansê tevlî çalakiyê bû û êrîşên li ser Efrînê û roja jinan nirxand.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hate lidarxistin. Gelek meclîsên jinan ên li bajarên cihê û TAJÊ tevlî meşê bûn. Polîsan xwestin mudaxeleyî posterên Sakine Cansız, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan bikin ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin. Jinan nerazîbûneke tund nîşanî polîsan dan û diyar kirin ku ev her sê jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûne sembolên jina azad.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hate lidarxistin û bi sedan jin tevlî vê çalakiyê bûn.

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye paneleke jinan hate lidarxistin. Nûnera REPAK’ê Meral Çiçek tevlî panelê . Çiçek bal kişand ser şervanên jin ên li Efrînê li ber xwe didin û diyar kir ku têkoşîna jinan li hemberî hemû dîktatoran e. Piştî panelê girse tevlî çalakiya ji bo Efrînê bû.