Di çalakiyên 8'ê Adarê de berxwedana Efrînê hate silavkirin

Li bajarên Dusseldorf û Giessen ên Elmanyayê û li bajarê Marsilya yê Fransayê, jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan û berxwedana Efrînê silav kirin.

Li bajarên Dusseldorf û Giessen ên Elmanyayê û li bajarê Marsilya yê Fransayê, jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan û berxwedana Efrînê silav kirin.

GIESSEN: Meş û mîtînga li Giessenê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Giessenê, Internatıonalittische Bundnis, ARAG, Eritreische frauen û DKP (Partiya Komunîst a Demokratîk) ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn. Meşa ku saet 13:30 dest pê kir heta Kirchplatzê dewam kir.

DUESSELDORF: Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jinên Kurdistanî, Elman û Tirkiyeyî li hev civiyan û bi wesîleya 8'ê Adarê meşiyan. Di meşê de ku ji ber stasyona trenê ya navendî dest pê kir piştgirî ji Efrînê re hate dayin. Jinan piştî meşa 2 saetan li Altstadtê mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên şehîdên Efrînê hatin hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan", "Bijî piştgiriya enternasyonalîst" hatin qîrîn. Çalakgeran dan xuyakirin ku şoreş jinê ya li Rojava bi pêşengiya YPJ'ê tê kirin, rêya rizgariyê ye. Di çalakiyê de firotina çekên Elman ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin.

MARSILYA: Li bajarê Marsilya yê Fransayê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan bi wesîleya 8'ê Adarê meşek organîze kir. Jinên ku li meydana Canebiere li hev civiyan, saet 14:30 dest bi meşê kirin. Di meşê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û pankartên bi nivîsa "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye", "Garantiya azadiya me, xweparastin e", "Bijî têkoşîna me ya rêxistinbûyî" û "Bes e ji şîdeta li jinê re" hatin vekirin. Di çalakiyê de ku dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Her der Efrîn e, her der berxwedan e", "Efrîn bi tenê nîne" hatin qîrîn, gelek belavok hatin belavkirin.