Li Ewropayê di çalakiyên 8'ê Adarê de Efrîn hate silavkirin

Li Ewropayê, di çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jİnên Kedkar ên Cîhanê de berxwedana bi heybet a li Efrînê hate silavkirin.

Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn tevî rêxistinên jinan ên Ewropî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lidarxistin. Li Elmanya û Norwêcê di çalakiyan de rejîma Erdogan hate şermezarkirin û Berxwedana Serdemê hate silavkirin.

MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, jinan bi meş û mîtîngê 8'ê Adarê pîroz kirin. Nêzî hezar jin tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û zext û zordariya rejîma Erdogan hate şermezarkirin. Çalakgeran her wiha polîtîkayên hikumeta Elman ên li dijî Kurdan şermezar kirin. Çalakî li Marienplatzê qediya.

BERLIN: Li paytexta Elmanya Berlînê, çalakiya 8'ê Adarê ya herî bi heybet a salên dawî hate lidarxistin. Zêdeyî deh hezar kes ji du baskan ve meşiyan û jinên li Berxwedana Serdemê silav kirin. Meşa ku Meclîsa Jinê ya DEST-DAN pêşengî jê re kir, ji Kreuzberg Schilisicher Torê dest pê kir û bi dehan saziyan cihê xwe di nav de girtin. Baskê duyemîn ê meşê jî li Neukoelln Herman Platzê dest pê kir.

TRONDHEIM: Li bajarê Trondheim ê Norwêcê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Çalakiya ku ji aliyê Komîteya 8'ê Adarê ve hate organîzekirin li meydana Trondheim Torgê pêk hat. Bi navê Platforma Piştevaniya Kurdistanê Seher Aydar peyivî û işaret bi girîngiya 8'ê Adarê ji bo kedkar û gelên bindest xist. Aydar bi bîr xist, çeteyên DAÎŞ'ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên xwedîkirin li Şengalê jinên Êzidî kirin kole û li bazaran firotin Erebên dewlemend. Aydar destnîşan kir çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê bi ser neket û niha AKP-OSO û çeteyên wan Êrîşî Efrînê dikin, lê li bin guhê berxwedaneke mezin ketine. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.