Jin wê ji bo Efrînê plansaziya çalakiyan bikin

Jinên Kurd di çarçoveya banga seferberiyê ya Komîteya Xwedîlêderketina Efrînê  de ji bo plansaziyê ew ê sibê li KNK’ê civînekê li dar bixin.

Jin wê sibê li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) werin ba hev û ji bo xwedîlêderketina Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ew ê bi civînekê plansaziya çalakiyan amade bikin.

Di civînê de ew ê rewşa dawîn a Efrînê were nirxandin û tiştên di warê siyasî, dîplomatîk de ew ê werin nirxandin.

Jinên Kurd di çarçoveya banga seferberiyê ya Komîteya Xwedîlêderketina Efrînê ew ê plansaziya çalakiyan amade bikin.

Tê payîn ku ew ê 50 jinên ji qadên cihê yên siyasî yên Kurdistanê tevlî civînê bibin û ew ê çalakiyên ku divê werin kirin, bi hev re binirxînin û plansaziyê amade bikin.