Li Enqereyê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê desteserkirina şaredariyan protesto kirin û gotin: “Em ê xwedî li vîna gelan derbikevin.”

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê li hemberî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Şaredariya Beşîktaşê ya di bin rêveberiya Partiya Gel ya Komarê (CHP) de li ser Cadeya Sakarya ya li navçeya Çankayayê daxuyaniyek dan.  Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Bajêr ê Enqereyê yê DEM Partiyê Ûmût Kocabiyik ve hate xwedin û wiha hate gotin: “Ji sala 2016’an ve ye ji 100’î zêdetir û ji hilbijartinên dawîn heya niha jî 9 şaredarî hatine desteserkirin. Desthilatdarî vîna bi milyonan welatiyan tune dihesibîne û bi fermanan şaredar û endamên meclîsên şaredariyan bi awayekî derqanûnî binçav dike û wan digire. Bila desthilatdarî bizanibe ku ew nikarin bi êrîş û tirsandinê erka birêvebirinê bi cih bînin. Di dîrokê de tu desthilatdarî li hemberî gelan nemane ser piyan.”

Kocabiyik diyar kir desteserkirina şaredariyan zirarê dide hewlên aşitiyê û ev tişt got: “Tunehesibandina îradeya hilbijêran û israra di desteserkirina şaredariyan de hewlên ji bo aşitî û çareseriyê sabote dikin. Ev yek li hemberî îradeya gelan ya pêkvejiyanê derbeyek e û hewl didin ku mirovan mehkûmî tirs û bêhêvîbûnê bikin. Lê belê bila were zanîn ku em xwedî li vîna gelan derdikevin. Em daxwaza jiyaneke aram û wekhev dikin û li vir bang dikin ku bila tavilê îradeya hilbijêran were naskirin û dev ji derbeya li ser şaredariyên Akdenîz û Beşîktaşê berdin. Şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dersim, Miks, Akdenîz û Beşîktaşê aîdî gelan in û nabe ku werin desteserkirin.”