Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Efrînê bi dawî bû

Di Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd de karên ku jinên Kurd dikarin li Ewropayê ji bo Efrînê bikin hate nirxandin û plansaziyek çêkirin.

Bi dehan jinên ji hemû beşên Kurdistanê ji bo Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd li hev civiyan. Rojeva bingehîn a şêwrê, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Efrînê bû. Ji bo bêdengiya raya giştî û hêzên navneteweyî ya li hemberî Efrînê were şikandin, jinên Kurd li ser karê ku dikarin bikin nîqaş meşandin û plansazî çêkirin.

Hevseroka KNK'ê Nilüfer Koç axaftina destpêkirinê kir û bi bîr xist ku herî zêde jin bi wateya şer zanin û dijmin baş nas dikin, ji ber ku di şer de herî zêde zext û zordarî li jinan tê kirin. Koç diyar kir, jinên Kurd di şer de bûne xwedî ezmûn û tecrûbe û got, "Jinên Kurd di dîrokê de ti carî li pêşberî şer bêdeng nemane û niha jî wê bêdeng nemînin. Di cewhera jinên Kurd de raperîn heye."

Koç da xuyakirin ku divê jinên Kurd ên li Ewropayê bi kar û hewldanên xwe bêdengiyê bişikînin û got, "Dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdên bakur e, ew li dijî hemû Kurdan e. Dijminê sereke yê jinên Kurd e."

Koç işaret bi hovîtiya artêşa Tirk a li Efrînê kir û got, "Dewleta Tirk wê ji Efrînê zindî dernekeve. Raperîna neteweyî dest pê kiriye û em weke jin çawa dikarin raperîna jinê bikin û bêdengiya navneteweyî bişkînin? Siyaseta Rojava gelek aliyên xwe hene. Ne tenê Rûsya Amerîka ye. Em ê jî bi hêza xwe ya cewherî li her derê çalakiyan bikin. Endamên DAIŞ û El Qaidê tînin û li Efrînê li hember Kurdan şer dikin. Efrîn tenê keşeya me nîne. Divê em raya giştî ya navneteweyî derbarê wê de agahdar bikin ku DAÎŞ ji Efrînê dikare hesanî derbasî welatên Rojava bibin."

Di şewrê de jinan diyar kir ku li hember Kurdan şerekî nijadî tê kirin, ji bo tunekirina pergala PKK’ê şer tê meşandin û gotin, "Li hember qirkirina Kurdan divê jinên Kurd li her derê çalak bin û bi xwedîderketina li çand û zimanê xwe li ber qirkirinê rabin."

Di civînê de şeweyê çalakiyên li Ewrûpa têne li darxistin qels hatin dîtin û bal kişandin ser ku dijminê Kurdan Erdoğan û hate gotin ku 24 saetan li ser qirkirina Kurdan di her beşê de kar dike, hemû aboriya dewleta xwe ji bo kuştina Kurdan bi kar tîne. Jinan her wiha bal kişandin ser girîngiya piştgiriya enternesyonal. Hat diyarkirin ku hewce ye vêca çalakî asta propagandayê derbas bikin. Her wiha bal kişandin ser hêza jinên Kurd ku divê jinên Kurd hêza xwe kêm nebînin, aktîf tevlî çalakiyan bibin, bi tenê beşdar nebin û hevalên xwe yên Ewrûpî beşdar bikin. Divê Kurd bi hêza xwe, çalakiyên xwe hêzên navnetewî bêzar bikin. Çalakî hewce ye berdewam bikin û tevlîbûn xurtitr bibe.

Jinan herwiha piştgirî dane banga boykota malên Tirkî û gotin divê ti Kurd malên Tirkiyê nekirin. Wekî din hate gotin ku ‘‘Li hember faşîzma Tirkiyê tenê berxwedana gelê Kurd maye. Heger Ewrûpa di warê siyasî de alîkarî neke, em alîkariyên wan ên însanî naxwazin. Em Kurdên Ewrûpa ne parsek in, em dikarin bi gelê xwe yên penaber re bibin alîkar. Divê em girîngiyê bidin dîplomasiya gel, a esas piştgiriya gelan e. Cihê berxwadan lê heye, gel bi wan re ne.“

Di dawiya Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd de derbarê pêşniyarên hatin kirin de plansazî hate çekirin û şewr bi dawî bû.

PLANSAZÎ:

*Ji bo biçin serdana Misirê û Vatikanê li şewrê heyet hatin diyarkirin. Ev heyet wê ji bo Efrînê hevdîtinan pêk bîne.

* Li hember êrîşên li dijî Kurdan ji hemû alî û partiyên Kurd re wê nameya yekîtiyê bê nivîsandin û ji jinên Kurd îmze bêne komkirin.

*Nameyeke vekirî ji bo lidarxistina seyemîn konferansa jin bê nivîsandin.

*Ji welatên Neteweyên Yekbûyî re nameyek bê nivîsandin.

*Di dema Cejna Paskalya de jin biçin ber dêran bisekinin.