Jinên cîhanê li Zurîhê hatin gel hev, Efrîn silav kirin

Di çerçeveya 8’ê Adarê de bi hezaran jinên ku li Zurîhê derketîn qadan, berxwedana bi heybet a li Efrînê tê kirin silav kirin.

Bi bûneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di bin rêveberiya rêxistinên jinên Femînîst ên Siwîsre û jinên femînîst ên koçber de bi hezaran jin li navenda bajarê Zurîh hatin gel hev, li taxan û rêyan desthelatiya zilam protesto kirin. Tevgera Jinên Kurd ên Siwîsre jî bi rengên xwe û alên xwe di meşê de cih girt.

JIN JI BO EFÎNÊ LI SER PÎYANE!

Di meşê de pankartên “Jin li berxwe didin”, “Ji faşîzim û zayendparêziyê re na”, “Bijî berxwedana me a femînîst”, “Jin li dijî sîstem û polîsane”, “Em çawa dixwazîn emê wisa jiyan bikîn”, “Dawî li qirkirina jinê bînin”, “Jin ji bo Efrînê li ser piyane” û “Jin jiyan azadî” hatin vekirin û Berxwedana Serdemê hat silav kirin.

BI ALÊN YPJ MEŞÎYAN

Di çalakiya ku peyamên “Hêrsa jinan wê cîhanê xweş bike”, “Eger jin rabin ser lingan wê cîhan raweste” hatîn dayîn de, berxwedana jinên Rojava û Efînê hatin silav kirin. Jinan bi dowîz û pankartên ku balê kişandin ser berxwedana Efrînê, bi bilindkirina alên YPJ’ê berxwedana şervanên YPJ’ê silav kirin.

Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de îşaret bi berxwedana Efrîn û Rojava hat kirin û wiha hat gotin: ‘Îro li Efrîn û Rojava jinên Kurd ji bo jinên cîhanê şer dike. Em weke jinên cîhanê li vir bang dikin ku em li gel YPJ’ê ne û peyama têkûşîna we têkûşîna me ye didin’.

Meşa jinên cîhanê ya bi heybet a li Zurîhê bi rengê YPJ’ê xemilî didome.