8'ê Adarê li Atînayê hate pîrozkirin

Li kampa Laviron a Atînayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hate lidarxistin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li kampa Laviron a paytexta Yewnanîstan Atînayê meşek hate organîzekirin. Çalakgeran di meşê de alên PKK, KCK, YPG, YPJ û jinan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên jinên di şoreşa azadiyêde jiyana xwe ji destd dan hildan.

Piştî meşê li ber peykerê Vîctoria, wêneyên şehîd Arîn, şehîd Avesta û mêxik hate danîn. Li ser navê jinan siyasetmedara Kurd Rûken Demîr û parêzer Eleny daxuyanî dan.

Siyasetmedara Kurd Rûken Demîr got: ''Em wek Bizava Azadiya Jinên Kurdistanê bi wesîleya 8'ê Adara sala 2018'an bang li jinên cîhanê dikin; werin em hemû bi hev re ji bo azadiya jinê teorî, bername, rêxistin û çalakiyan pêş bixin. Bi zanebûna ku tenê têkoşîna rêxistinî wê encamgir be, di her qada jiyanê de birêxistin bibin û mezin bibin. Ew asta têghiştina xwe, hêza xwe ya analîz, ezmûnên têkoşînê û perspektîfên xwe hevbeş bikin, tifaqa demokratîk pêş bixin. Em ji hev qut nebin, bi hev re têkoşînê bikin. Wiha jî sedsala 21'an em bikin serdema azadiya jinê! Ji ber ku tam dema wê ye! Dema şoreşa jinê ye!" 

Piştî axaftina Demîr li ser navê jinên Yewnanî Eleny bal kişand ser jinên Kurd ên ku di sengerê pêş de parastina mirovahiyê dikin.

Piştî axaftinan jinan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mêxik avêtin nava behrê. Dûre berê xwe dan kampa Lavironê û bernameyên wek şano, helbest, govend, lîstika evarê, koroya zarokan û ya jinên hate pêşkeşkirin.