Li Haîtiyê tundiya çeteyan berdewam dike

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Haîtiyê gelek welatî ji ber tundiya çeteyan ji cih û warên xwe bûne.

Li gorî daneyên IOM’ê di Kanûna sala 2023’yan de hejmara welatiyên ku ji ber tundiya çeteyan ji cih û warên xwe bûne 315,000 kes bûne lê belê ev hejmar di nava salekê de sê qatî zêde bûye û gihaye 1.041.000 kesî ku ji niviyê zêdetir zarok in.

Berdevkê IOM’ê da zanîn ku ev hejmareke gelekî zêde ye û got: ‘’Ev hejmareke gelekî zêde ye û cihê fikarbûnê ye.’’

Berdevkê IOM’ê destnîşan kir ku piraniya welatiyan neçar dimînin ku gelek caran cihê xwe biguherînin û da zanîn ku li paytext Port-au- Princeyê rêjeya welatiyên ku ji cih û warên xwe bûne, ji sedî 87 zêde bûye.

Direktorê Giştî yê IOM’ê Amu Pope jî ji bo alikarî û parastina welatiyên Haîtiyê bang li civaka navneteweyî kir.

Kriza li Haîtiyê her ku diçe kûrtir dibe û herweha rayedarên IOM’ê ji bo alikariya zêdetir û piştevaniyê bang li civaka navneteweyî dikin.