‘Wê jin bi ruhê berxwedana Efrînê  bi ser bikevin’

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Binarê Qendîlê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Jinên Binarê Qendîl gotin ku wê bi ruhê berxwedana Efrînê jin bi serbikevin.

Jinên binarê Qendîl ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûbûn, têkildarî 8’ê Adar û ‘Berxwedana Serdemê’ ji ANF’ê re axivîn.

Rehime Tunç, Emîne Muhemed Evdûllah, Hemrîn Fatîh Osman, Ûveyş Hesen û Hejar Muhamed diyarkirin ku 8’ê Adarê jin bi ruhê Berxwedana Serdemê pîroz dikin û em li gel jinên li Efrînê ne.

Rahîme Tunç 8’ê Adarê li tevayî jinan pîroz kir wiha got; “ 8’ê Adarê destpêka Biharê ye û destpêka berxwedaniya xwezayê ye.”

Muhemed Evdullah, Hemrîm Fatîh Osman, Ûveyş Hesen 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevayî jinan pîroz kiridin. Hejar Muhamed jî diyar kir ku ew li gel berxwedaniya gelê Efrînê ne û yên bi serbikeve jî gelê Efrînê ye.