Komuna Jinên Kurd-SARA kongreya xwe pêk anî

Komuna Jinên Kurd-SARA ya li Munchenê kongreya xwe pêk anî.

Komuna Jinên Kurd-SARA ku li bajarê Munchen ê Elmanyayê dixebite, kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên jin ên di têkoşîna şoreşê de şehîd bûn, alên PKK, YPG/YPJ û TJK-E hatin daliqandin.

Kongreya ku li Navenda Civaka Demokratîk pêk hat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi hilbijartina dîwanê û nirxandina rapora karê salekî dewam kir.

Di dawiyê de jî hilbijartin hate kirin û rêveberiya nû ya 3 berdevk û 4 komîsyonan hatin hilbijartin.