Li Akdenîzê gel û ciwan li ber xwe didin
Li Akdenîzê gel û ciwan tevî êrîşên polîsan jî li ber xwe didin.
Li Akdenîzê gel û ciwan tevî êrîşên polîsan jî li ber xwe didin.
Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê di roja 5’emîn de li taxên Yenîpazar û Demîrtaşê dewam kirin. Gelek kesên ku parlementerên DEM Partiyê Perîhan Koca, Mehmet Zekî Îrmez û George Koca, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê jî di nav de xwestin serdana esnafan bikin û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Pêşiya gel bi îdiaya “Xwepêşandan li dijî qanûna meşê ye” ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Parlamentera DEM Partî ya Mêrsînê Perîhan Koca bertek nîşanî astengkirinê da û wiha got: “Dev ji zilma li ser gel berdin. We duh pihîn li dayikan dan. Hûn fermanê ji qeyûm digirin û bi zanebûn zilmê li vî gelî dikin. Heta ku hûn Destûra Bingehîn binpê bikin, em ê bi we re muzakereyê nekin.”
Perîhan Koca xitabî gel kir û wiha got: “Serdana me ya ji bo esnafan bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Duh li vir derb li mirovan dan. Barîkatên ku li pêşiya me tên danîn, li pêşiya kujerên zarokan, tecawîzkaran nayê dayîn.”
Gel tevî astengiya polîsan jî serdana esnafan kir û banga tevlîbûna li nobeta ku wê sibê li pêşiya şaredariya hatî dorpêçkirî bê lidarxistin, kir. Gel piştî serdana esnafan li pêşiya avahiya DEM Partî ya navçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Akdenîz ya me ye”, “Bijî Berxwedana gelê Kurd”, “Qeyûmê diz, ji Akdenîzê bicihime”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û stranên berxwedanê hatin gotin.
BANG HATE KIRIN
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de Parlementerê Şirnexê Zekî Îrmez axivî û wiha got: “Em tevahî gelê xwe yê ku xwedî li îradeya xwe derdikeve, silav dikin. Heta ku hevserokên me yên şaredariyê li erka xwe vegerin, wê berxwedana me dewam bike. Gel vê desteserkirina îradeyê qebûl nake. Em ê serî netewînin. Em bang li her kesî dikin ku sibê saet 13:00’an li pêşiya avahiya şaredariyê li hev bicivin. Divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî nobetê bibe.”
CIWAN LI BER XWE DIDIN
Ciwan li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ev 5 roj in li ber xwe didin. Ciwanên ku li Taxa Yenîpazarê agir pêxistin, bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanan bi molotof, fîşeka hewayî û keviran bersiv dan êrîşa polîsan a bi gaza îsotê û ava şid û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Polîsan gaza îsotê berda tevahiya taxê. Xelkê taxê jî bo piştgiriyê bidin ciwanan, ji pacan lîmon avêtin. Berxwedana ciwanan dewam dike.