RJAKê li dijî şîdeta li jinê bi 11 xalan pêşniyara çareseriyê kir

Di konferansa RJAK'ê de ku bi şiyara "Na ji qirkirina jinê re, erê ji çareseriya bingehîn re" hate lidarxistin, li dijî şîdeta li jinê pêşniyara çareseriyê ya ji 11 xalan pêk tê hate erêkirin.

Konferansa "Na ji qirkirina jinê re, erê ji çareseriya bingehîn re"  ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve li navçeya Ranya ya bajarê Silêmanî hate organîzekirin qediya.

Di konferansê de zêdeyî 100 beşdaran di çarçoveya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pirsgirêkên civakî yên jinê û rê û rêbazên çareseriyê nirxandin.

Necîbe Omer, Vîcdan Nûrettîn, Mîgar Mûhammed Alî, Qeywan Marûf û Destan Marûf di konferansê de li ser pirsgirêkên civakî yên jinê û çareseriyê pêşkêşî kirin.

RJAK'ê ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan, pêşniyarek ji 11 xalan pêşkêş kir û konferans bi pejirandina vê pêşniyarê qediya.

Xalên ku di konferansê de hatine qebûlkirin ev in:

"* Ji bo civak di her mijarê de hê têgihiştî be, Akademiya Jineolojiyê bê vekirin, li vê akademiyê di mijarên zanistî, dîrok, felsefe, biyolojî, huner, arkeolojîk û hemû mijarên çandî û dîrokî yên civakî de hemû civak bi taybetî jin bên perwerdekirin.

* Li şûna modela malbata zordar û antî demokratîk ku bingeha şîdeta li nava civakê ye, ji bo afirandina modela malbata wekhev û demokratîk hevjiyana azad esas bê girtin û di vê oxirê de têkoşîn bê dayin.

* Ji bo jin karibin bi rengekî çalak cihê xwe di nava siyaseta demokratîk de bigirin kar bê kirin.

* Li dijî weşankariya ku jinê weke meta nîşan dide û di mijara çand û zimanê Kurd de weşaneke neyînî dike, weşankariya jinê bê afirandin.

* Ji bo aborî ji serdestiya mêr bê rizgarkirin û jin lê bibin xwedî mafê gotinê, proje werin amadekirin.

* Ji bo jin mafên xwe bi dest bixin hem li qada hiqûqî hem jî li ya civakî têkoşînê bê dayin.

* Bi armanca pêşîgirtina li qirkirina jinê ya bi navê dîn, li şûna olperestiyê, baweriya civakî û çandî bê destnîşankirin û hurmet ji hemû baweriyan re bê nîşandan.

* Têkoşîn bê dayin ji bo sîstema heyî ya perwerdeyê bê guhertin û li şûna wê sîstemeke perwerdeyê ya demokratîk, zayendîparêz û azad bê avakirin.

* Ji bo pêşî li qirkirina jinê û şîdeta li jinê bê girtin, hevkarî bi rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên jinan re bê kirin û têkoşîneke hevpar bê meşandin.

* Ji bo jin karibe beden û hebûna xwe biparêzin, ji bo feraseta xweparastinê bi jinan re serdest bibe, kar bê kirin."