Li Kopenhagê aktivîteya 8’ê Adarê

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin.

Jinên Kurd li paytext Kopenhag a Danîmarkayê, tevlî mîtînga “Hemû Femînîst dakevin qadan” a ji aliyê rêxistina Demos ve hatî lidarxistin bûn. Piştre jî tevlî mîtînga 8’ê Adarê ya ji aliyê însîyatîfa “me too” ve hatibûn lidarxistin bûn.

Di her du aktivîteyan de li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê Muzeyyen Baran axivî, peyama 8’ê Adarê da.

Koma Şano ya Barîn di her du aktivîteyan de lîstika pandomîn lîstin.

Şevê piştî nirxandinên di derbarê 8’ê Adarê de aktivîteya piştgiriya Efrînê hate lidarxistin.