Jinên Cenevreyî li ber sirûdên berxwedana Efrînê meşiyan

Jinên Cenevreyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ber sirûdên berxwedana Efrînê û bi alên YPJ'ê meşiyan.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi meşeke bi heybet hate pîrozkirin. Meş ji aliyê hêzên anarşîst, femînîst û alternatîf ên Cenevreyî ve hate organîzkirin. Meşê li navenda bajêr dest pê kir û heta meydana Plainplaisê dewam kir. Destûr nehat dayin ku mêr tevlî meşê bibin. Berxwedana jinan a li Rojava bi taybetî li Efrînê mohra xwe li çalakiyê xist.

LI BER SIRÛDÊN BERXWEDANA EFRÎNÊ MEŞIYAN

Di meşê de sirûdên berxwedana Efrînê hatin guhdarîkirin û pankartên bi nivîsa "Jin li ber xwe didin", "Na ji faşîzm û zayendîperestiyê re", "Bijî têkoşîna me ya femînîst", "Jİn li dijî sîstemê û polîsan e", "Em çawa bixwazin em ê bi wî rengî bijîn", "Jin ji bo Efrînê li ser piyan e" û "Jin, Jiyan Azadî" hatin hildan.

ALÊN YPJ'Ê HATIN BILINDKIRIN

Jinan gotin, "Ne tenê îro, her roj kolan ên me ne" meşiyan û alên YPJ'ê hildan. Jinan nehiştin ku polîs xwe nêzî meşê bikin."

Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de polîtîkayên zayendîperest, faşîst û nîjadperest bi tundî hatin rexnekirin û li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr banga serhildanê hate kirin.

Bi navê jinên Kurd Latcheen Dêrik axivî û qala têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd kir. Dêrik destnîşan kir ku jinên Kurd îro li Rojava paşeroja jinên cîhanê diparêzin û got, "Eger em jin têkoşîna xwe bikin yek, wê ti hêz nikaribe li ber me bisekine."

Dêrik bi wesîleya 8'ê Adarê jinên li Efrînê li ber xwe didin silav kir û bang li hemû jinên li cîhanê kir ku tevlî berxwedana jinên Kurd bibin.