Li Zurîhê li pêşiya kargeha çakan çalakî

Jinên Kurd, li pêşiya yek ji kargehên herî navdar ên Swîsreyê bi çalakiyeke bê îtehatiya sivîl ve daxwaz ji Swîsreyê kir ku bazirganiya çakan a bi Tirkiyeyê re bidin rawestandin.

Jinên Kurdistanî yên li Zurîhê dijîn, bi çalakiyeke li pêşiya kargeha çekan a Zurîh Oerlîkon Reînmatallê, bang li dewleta Swîsre kir ku bazirganiya çakan a li gel Tirkiyeyê bidin rawestandin.

Komek jinên ku bi pankarta “Bi çekên Swîsreyê Kurd tên qetilkirin” li pêşiya kargeha çekan çalakiya bê îtehatiya sivîl lidar xistin, dirûşmên “Kurd bi çekên we tê qetilkirin”, “Dawî li firotina çekan a ji bo Tirkan bînin” û “ Nebin hevkarên qetlîaman” qîr kirin. Nerazîbûn nîşanî firotina çekan a dewleta Swîsre ya ji bo Tirkiyeyê hate dayîn.

Jinan bi daxuyaniya dayîn bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û qetlamên dikin û bibîr xist ku Tirkiye bi çekên Ewropa li Efrînê Kurdan qetil dike.

Jinan daxwaz ji Swîsreyê kir ku li dijî kiryarên Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê, destnîşan kir ku wê hemû sazî û dezgehên li gel Tirkiyeyê di nava bazarên qirêj de ne bi berdewamî kirfş bikin.