Jinên li Adigeyê berxwedana Efrînê silav kirin

Jinên li Komara Xweser a Adigeyê ne, di çalakiya 8'ê Adarê de berxwedana Efrînê silav kirin.

Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê-Bêrîtan jinan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Di destpêka çalakiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna jinên Kurd û berxwedana Efrînê hate nîşandan.

Piştre rêvberiya saziya jinan Bêrîtan Sînem Broyeva li ser wate û girîngiya rojê axivî û got, "Li çar aliyên cîhanê jin li dijî zilm û neheqeiyê têdikoşin."

Broyeva wiha dewam kir: "8'ê Adarê vê têkoşînê bi şênberî radixe pêş çavan. Jinên Kurd têkoşîna xwe ya herî watedar li Efrînê dikin. Berxwedana Efrînê sembola azadiya jinê ye. Avesta Xabûr û Barîn Kobanê jinên azad in ku ev yek bi zelalî nîşan dan. Her jina ku dilê wê ji bo azadiyê lê dide, divê ji bo Efrînê rabe ser piyan û li dijî komkujiyên ji aliyê artêşa Tirk a faşîst û çeteyên wê tên kirin, dengê xwe bilind bike."