Çalakiya li Sineyê: Divê her kes li dijî darvekirina Pexşan Ezîzî rabe

Jin û xizmên girtiyan ên li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî bang kirin û gotin, “Divê her kes li dijî darvekirina Pexşan Ezîzî rabe.”

Li bajarê Sineyê duh jinên çalakvan, malbatên welatparêz û malbatên girtiyên siyasî derbarê biryara darvekirinê ya li ser girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ji aliyê rejîma Îranê ve li nava bajêr kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Em çalakvan, malbatên azadîxwaz û girtiyên siyasî cîbicîkirina cezayê darvekirinê yê neheq li ser girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî bi tundî şermezar dikin û bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî vê biryara neheq dengê xwe derbixin.

Jiyana Pexşan Ezîzî di metirsiyê de ye ku rayedarên Îranê dixwazin jiyan û azadiya wê jê bistînin. Divê her Kurdek bi yekgirtî li dijî cezayê darvekirinê yê li ser girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û girtiyên siyasî yên din bisekine.

Gelê Kurd di şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de bi sedan bedel û qurbanî dane. Hîn çarenivîsa welatiyên me yên ku hatine girtin nediyar e û êdî em nikarin birîneke din rakirin. Bang li civaka navnetewî dikin ku pêşiya cezayê darvekirinê ya li ser girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî bigirin û hewl bidin di demeke nêz de cezayê li ser wê bê betalkirin.”