Meclîsa Jinên Êzidî ya Binevş Edessa kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Jinên Êzidî ya Binevş Edessa, kongreya xwe ya duyemîn pêk anîn. Beşdaran işaret bi Berxwedana Sedemê ya Efrînê kirin û got, "Bi geşkirina berxwedanê re Efrîn wê ji nû ve bibe warê jinan û hemû gelan."

Kongreya duyemîn a Meclîsa Jinên Êzidî ya Binevş Edessa duh li bajarê Berlîn ê Elmanyayê bi beşdariya delegeyên xwe yên ji Elmanya, Rûsya, Ermenîstan, Gurcîstan, Şengal, Başûr û Bakurê Kurdistanê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, berdevka Sîwana Meclîsên Jinên Êzidiyan Nûrê Alkiş di destpêka kongreyê de axivî.

Alkiş işare bi berxwedaan Efrînê kir û got, "Çawa ku Kobanê, Şengal û Reqa bi pêşengiya jinên Kurd hate rizgarkirin û li ser hîmê azadiya jinê xwe bi rê ve dibe, wê Efrîn jî bi bilindkirina asta berxwedanê ji nû ve bibe warê jinan û hemû gelan.

Di kongreyê e rapora li ser karê salekê hate xwendin û ji aliyê delegeyan ve hate nirxandin. Piştre plansaziya salekê bi taybetî di mijara perwerdeya jineolojiyê, dîplomasî û rêxistinî de hate amadekirin.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya ji 7 kesan û 4 komîsyon hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin Jiyan Azadî" qediya.