Li Taxa Xerbî 5 tabûr hatin avakirin

Li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo di bin sîwana HPC’ê de 5 tabûr hatin avakirin.

Ji bo bersivdana banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ya QSDˋê ya seferberiya giştî, şêniyên Taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê 5 tabûr bi navên şehîd Cîhan Bîlgîn, Avzem Çiya, Çiya Rûs, Şivan Ehmed û Bîlal Îbrahîm ava kirin.

Tabûrên hatine avakirin bi daxuyaniyekê beşdariya xwe di nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) de ragihandin. Endama HPC’ê Leyla Elî li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û piştgiriya berxwedana QSDˋê li bendava Tişrînê ev tabûr hatin avakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkhateyên taxê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen wê herêmên xwe ji êrîşên dagirkeran biparêzin.