Cenazeya şervana YPJ’ê Şehzade Elî bi merasîmekê spartin axê

Welatiyên Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervana YPJ’ê Şehzade Elî (Buharîna Qamişlo) li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şervana YPJ‘ê Şehed Elî bi (Buharîn Qamişlo) ku dema erka xwe pêk danî, şehîd bû, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîd Buharîn û bi al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyê hatibû xemilandin ber bi Şehîdgeha Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Kerwanê şehîd li şehîdeghê, bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hate pêşwazîkirin. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPJ‘ê ve destpê kir.

Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Osman axivî, sersaxî ji malbata şehîd Buharîn re xwest û soza şopandina rêya şehîdan hate dubarekirin.

Di merasîmê de her wiha bi navê YPJ û YPG‘ê Newroz Qamişlo axivî û got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne, emê heta dawî şopdarên xeta wan bin."

Nasnameya şehîd Buharîn ji aliyê endame Meclîsa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxmûs ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeya şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ û tilîliyên dayikan spartin axê.